24 February 2025 - 19:00

Di pirtûka “Neyrînek li Sîra Nebavî” ya Mamosta Muteherî de, kurte gotinên Pêxember (s.x.a) hatine hilbijartin.

Li gorî rapora nûçegihanê çandî yê Ajansa Navneteweyî ya Ehl-ul Beytê (s.x) ABNA-Naveroka hin ji van hedîsên bijarte wiha ne:

1- Her ku zarokê mirov(benî adem)mezin dibe, du xislet di wî de ciwantir dibin: çavbirçîtî û xwestek.

2- Ji miletê min du kom hene ku eger ewan rastdar bin, miletê min salih be û eger ew fesad bibin miletê min dê fesad bibe: alim û hukumdar.

3-Hûn hemû şivan in û ji parastina hev berpirsyar in.

4- Hûn nikarin bi pereyan her kesî xweş(Razî) bikin, lê hûn dikarin bi karaktera baş.

5- Faqîrî û Dest tangî pirsgirêk e. Ji wê xerabtir nexweşiya laşî ye û ji nexweşiya laşî jî dijwartir nexweşiya derûnî ye.

5- Bawermend her tim di lêgerîna aqil de ye.

6- Belavbûna zanînê nayê rawestandin.

7- Dilê mirov mîna periyek e ku li çolê bi çiqilê darê ve daliqandî ye; Bi berdewamî di nava şoreşê de ye û ji ber bayan serûbin dibe.

8- Misilman ew e ku misilman ji dest û zimanê wî di emnahîye debin.

10. Rehberê emelê qencîkarê wê kirinê ye.

11. Her dilê şikestî dê di dawiyê de were xelat kirin.

12. Bihuşt di bin lingên dayîkan de ye.

13. Di danûstandinên xwe yên bi jinan re ji Xwedê bitirsin û çi ji destê we tê, Xwe ji kirina qenciyê negirin.

14. Rebbê hemûyan yek e û Bavê hemûyan jî yek e. Hemû zarokên Adem in û Adem jî ji axê ye. Di nav we de li cem Xweda yê herî birûmet, teqwadartirînê we ye.

15. Dûr ji serhişkiyê ku mebesta wê nezanî û encama wê poşman e.

16. Xerabtirê mirovan ew e ku gunehan efû neke û xeletiyan nebîne û ji wî jî xerabtir ew e ku mirov ji wî sax be û hêviya qenciya wî neke.

17. Hêrs nebin, ger hûn hêrs bibin, li qelsiya hêza karker bifikirin.

18. Gava pesnê te didin, bêje: "Yezdan, tu min ji ya ku ew difikirîn çêtir bikin û tiştê ku ew li ser min nizanin li min bibexşîne û min ji gotina wan berpirsiyar neke."

 19. Tozê bi ser rûyên miroven qeşmer de birijînin.

20. Eger Xwedê ji bendek re qenciyê bixwaze, ruhê wî dike mizgînvan û rêberê wî.

21. Kesê bawermend sibe û êvarê bêyî gumana xeletiyê derbas nake.

22. Dijminê we yê herî dijwar bi rastî egoya ku di navbera her du aliyên we de dimîne ye.

23. Di nav mirovan de herî wêrek ew in ku daxwazên xwe bi ser dixin.

24. Li dijî daxwazên xwe şer bikin heta ku hûn bibin xwediyê hebûna xwe.

25. Xwezî bi wî kesê ku guhdana wî li xeletiyên xwe nehêle ku bala xwe bide xeletiyên kesên din.

26. Rastî aramiyê tîne dil, derew jî guman û tengasiyê çêdike.

27. Bawermend bi hêsanî hevaltiyê dike û bi kesên din re nas dibe.

28. Bawermend wek parçeyên avahiyekê pişta hev didin.

29. Mînaka bawermendan di hevaltî û girêdana bi hev re, mîna laş e, dema perçeyek jê diêşe, beşê mayî jî bi tayê û bêxewiyê dikeve.

30. Mirov wek hev in, wek diranên qijikê.

31. Lêgerîna zanînê li ser her misilmanekî ferz e.

32. Tu feqîrî ji nezanîyê dijwartir, ne maldarî ji hikmetê mezintir û ne jî îbadetek ji ramanê bilintir tune.

33. Ji dergûnê heta gorê xwendekar bin.

 34. Li zanînê bigerin, her çend ew li Çînê be.

35. Namûsa bawermend di nobeta wî ya bi şev de ye û rûmeta wî di nebûna hewcedariya wî ya bi kesên din de ye.

36. Zanyar tî hînbûnê ne.

37. Eşq we kerr û kor dike.

38. Destê Xwedê bi cemaetê re ye. 39. Teqwas rihetiyê dide can û bedenê.

40. Yê ku ji bo Xwedê çil rojan bijî, wê kaniya hikmetê ji dilê wî biherike ser zimanê wî.

41. Dema bi malbata xwe re derbas bibe, li quncikekî mizgeftê rûniþtin, ji Xwedê re razîtir e.

42. Hevalê we yê herî baş ew e ku xeletiyên we nîşanî we dide.

43. Zanebûnê di nivîsandinê de bi cih bike.

…………………………………

Dawiya peyamê /